6 komên çekdar ên li Iraqê ragihandin ku wê dest ji çekan bernedin

6 komên çekdar ên li Iraqê ku weke alîgirê Îranê têne dîtin, diyar kirin ku di nava ti şert û mercî de wê dest ji çekan bernedin û di vê mijarê de bi hikumetê re wê danûstandinan nekin.

Şeş komên çekdar ku ji Lîwayên Seyîd Şuheda, Lîwayên Kerbela, Ensarullah Ewfiya, Tevgera Nuceba, Tevgera Ehl el-Heq û Lîwayên Hizbullahê pêktên û nêzî Îranê ne, li ser hişyariyên Amerîka yên ji bo danîna çekan û kontrolkirina çekên di destê dewletê de, peyamek hevbeş belav kirin.

Her 6 komên çekdar daxwazên xwe bi 4 xalan rêzkirin.

Li gorî vê;

-Divê ewil ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên ji gelê Iraqê yê mexdûr re cidiyetek hebe û garantiyên şerkirin û bidawîanîna gendeliyê werin dayîn.

-Divê qanûnên ku ximzeta welat û rûmeta gelê Iraqê diparêzin, werin pejirandin. Bi taybet jî pejirandina qanûna Heşdî Şeebî.

-Divê dawî li hemû hêzên dagirker ên biyanî yên li ser xaka Iraqê bê anîn û pêşî li ketina nav xaka Iraqê were girtin.

-Çeka me hilgirtî pîroze, li welatek ku hîn jî dagirker hene, ev çek garantiya parastina ax û cihên pîroze.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Em hemû peyamên ji aliyê biyaniyan ve li ser çekdanînê tên kirin, red dikin. Herwiha emê divê mijarê de bi hikumeta Iraqê re jî nîqaş nekin. Heya ku serweriya welat bi temamî neyê bidestxistin û ji her cure dagirker û gefan azad nebe, em çekan nadanin.”

Hêjayî gotinê ye di rojên dawî de Nûnerê Amerîka yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya derbarê komên çekdar ên li Iraqê de gelek peyam û gef dixwe. Savaya dixwaze hemû komên çekdar werih hilweşandin û çek tenê di destê dewletê de bimîne.

Tê payîn Savaya divê mehê de serdana Iraqê bike.